Dengdana li Swîsreyê bi tevlîbûna di asta rekorê de bi dawî bû
Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê, dengdana li Swîsreyê şeva Çarşemê bi dawî bû. Li vî welatî di asta rekorê de tevlîbûn li dengdanê çêbû.
Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê, dengdana li Swîsreyê şeva Çarşemê bi dawî bû. Li vî welatî di asta rekorê de tevlîbûn li dengdanê çêbû.
Li bajarên Zurîch, Bern û Cenevre yên Swîsreyê li 31 sindoqên hilbijartinê di nava 5 rojan de 66 hezar û 244 hilbijêran dengê xwe dan. Ev yek rekora heta niha ye. Li gorî tûra destpêkê hejmara hilbijêrên dengê xwe dan bi rêjeya ji sedî 6'an zêde bû.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk û Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Swîsreyê di pêvajoya dengdanê de hilbijêr gihand qadên dengdanê. Ji 20'ê Gulanê dema destpêkirina dengdanê û pê ve ji Baselê otobus ber bi Zurîchê bi rê kir.
'ELEQEYA CIWANAN ZÊDE BÛ'
Li gorî tûra destpêkê, eleqeya ji bo dengdanê zêde bû. Ciwan di asta ji sedî 10'an de dengê xwe dan. Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Huseyîn Mamakli anî ziman ku li gorî hilbijartinên 14'ê Gulanê rêjeya tevlîbûnê ya ciwanan bilind bû û got, "Ciwan wê encamên vê hilbijartinê diyar bikin. Min dît ku yên di tûra destpêkê de deng nedan, li dijî neyeqiyê di vê tûrê de dengê xwe dan. Mirov li hemberî vê feraseta yekperest dengê xwe dan. Me, koordînasyona me ya hilbijartinê ya Partiyên Çepên Kesk û saziyên Elewiyan ên li Swîsreyê bi rêxistinî kar kirin. Li her qadê me otobus amade kir û hilbijêr birin cihê dengdanê. Di demeke kurt de di asta rekorê de tevlîbûn li dengdanê çêbû ku ev yek jî nîşaneya têkçûna dîktatoriya yek şexsî ye. Di tûra destpêkê de me nehişt bi ser bikeve, di vê tûrê de em ê pê bidin windakirin."
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Cenevreyê li ber avahiya Konsolosxaneyê serdana wezîfedarên Partiya Çepên Kesk kirin.